Li navçeya Mabata ya Efrînê 7 welatiyên Kurd hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Rêxistina mafê mirovan a li Efrînê ragihand ku li nahiya Mabata 7 welatiyên Kurd bi tometa hebûna têkiliya wan bi Rêveberiya Xweser re ji aliyê çekdarên El Cebhe El Şamiye hatin girtin.

 

Ji aliyekî din ve li gor çavkaniyên ji Efrînê, roja duşemê piştî nîvro, grûpeke nenas ku ser û çavên wan girtîbûn, ciwanekî Kurd bi navê Heysem Cafer ji navçeya pîşesazî ya Efrînê revand û birine cihekî ne diyar.

 

Derbarê sedemên revandin û nasnameya grûpê de, tu zanyarî nehatine bidestxistin.

 

Ji dema kontrokirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, nêzîka 3000 kes ji herêmê bi destê wan hêzan hatine girtin û revandin.