Rewşa xwendekarên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê

Hewlêr (Rûdaw) - Xwendekarên Rojavayê kurdistanê yên ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê îsal hatine qebûlkirin hejmara wan 263 xwendekar in.

Piraniya wan xwendekarên ku ji zanîngehên astbilind li Sûriyê wekî zanîngeha Şamê, Humis, Heleb û Tişrîn dixwendin, behsa wê yekê dikin dema ku şer li wan bajaran gur bû û xeter li ser jiyana wan çêbû, ew jî neçar man berê xwe bidin zanîngehên Herêma Kurdistanê.

Xwendekar behsa pirsigrêkên xwe yên ziman dikin, herweha guhertina beşekî ji bo beşekî din jî, pirsgirêkeke dine ku derdikeve hemberî wan, ew jî hem  wendakirina demê ye, hem jî, gelek caran neçar dimînin ku beşekî ne bi dilê xwe bixwînin.

Ji ber rewşa aloz û tundbûna kirîza Sûriyê xwendekarên ku xwendina bekeloriya li Sûriyê xelas kiribûn, neçar bûn ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê, da ku bikarbin li kolêjin Herêma Kurdistanê, xwendina xwe berdewam bikin.

Xwendekarê bi navê Ehmed Mihemed Emîn ji Rûdawê re wiha got: “Berî niha li zanîngehên Şam, Himis û Helebê, bi hezaran xwendekarên Rojavayê Kuirdistanê hebûn, lê piştî giranbûna şer di nava wan bajaran de û çêbûna metirsiyeke mezin li ser jiyana xwendekaran, keç û xotrên kurd dev ji xwendina li zanîngehên Sûrî berdan û berê xwe dan zanîngehên Herêma Kurdistanê.”

Xwendekar Silêman Osman jî got: “Hejmareke baş ji xwendekarên ku li zanîngehên Herêma Kurdistanê hatin qebûlkirin, beşên wan ne dilê wan bû, lewma heya ku wan xwe veguhestin beşê ku ew jê hez dikin, demeke baş ji dewam ji wan derbas bû.”

Herwiha xwendekara bi navê Nalîn  Umer amaje kir ku zanîngehên Sûrî li ser astê navçeyê gelekî navdar bûn û got: “bi hezarana xwendekar li xwe vedihewand, lê şerê Sûriyê rewşa bi yek carî guhert û roj bi roj ew zanîngeh vala bûn û her xwendekarek bi cihekî ve çû.”