DAIŞê li hemberî HSDê çekên kîmyawî bikar anîne

Navenda Nûçeyan - Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) dibêjin li derdora Bendava Tişrînê, çekdarên DAIŞê çekên kîmyawî li dijî wan bikar anîne.

Piştî ku çekdarên DAIŞê bi 50 hawinan devera Bendava Tişrînê topbaran kir ev yek hat.

Di encama topbarana çekdarên DAIŞê de, çekdarên HSD rastî bêhinçikandin, serêşan, dilxelandin, xura laş û şewata çav hatin.

Çekdarên lîwaya Cundul, ku komeke ser bi HSDê ve ye, ragihandin ku çekdarên DAIŞê çekê kîmyawî li dijî wan bikar anîne.

Şervanekî HSDê daxuyandin ku wî bi xwe topek neteqiyayî beriya 4 rojan taqî kir, ku di navê de aveke reş û bêhin genî hebû.