3 hunermendê Rojavayê Kurdistanê li Kampa Qûştepe hatin bibîr anîn

 

Qûştepe (Rûdaw)- Li kampa Qûştepe ya penaberên rojavayê Kurdistanê li Başûrê Kuridstanê, hunermendên Kurd yên rojavayê Kurdistanê, konsêrtek lidarxistin.

Ew konsêrt, ne bi armanceke darayî hate lidarxistin, lê ew weke xwedîderketin û bîranînekê bû ji bo 3 hunermendên Kurd ku berî demekê jiyana xwe ji dest dabûn.

Weke tê zanîn, hunermend Siyamend Oskulî,dema ku dixwest biçe Ewrûpa, di ava Licê de, di navbera Tirkiyê û Yûnanistanê de, ketibû avê û xeniqî bû. Cemal Sedûn li Bulgaristanê wefat kiribû û Adil Husnî jî li Hewlrê di encama krîza dil de çûbû ser dilovaniya xwe.

Di vê şahiyê de Neqîbê sendîkaya hunermendên rojavayê Kurdistanê hunermd Mehmûd Ezîz jî beşdar bû.