Li Wanê wesayîta leşkerî wergeriya

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Payîzavayê ya Wanê, wesayîta leşkerî wergeriya û di encamê de leşkerek birîndar bû.

Li nêzîk Gundê Xoşapê li kîlometreya 55em a rêbejaya Wan-Colemêrgê, wesayîta leşkerî ji kontrolê derket û wergeriya şarampolê.

Li ser agahdarkirinê, tîmên tenduristiyê, cendirme û polîs çûn cihê qezayê.

Tîmên tenduristiyê leşkerê birîndar bi ambulansê veguhast Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Wanê.