Li Çewligê bi hêza 4.5 pile erdhejeke nû çêbû

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Çewlîgê ya Bakurê Kurdistanê  bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbû û li Dêrsim û bajarên derdorê jî hest pê hat kirin.

Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) 7ê Nîsana 2023an li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku li navenda parêzgeha Çewlîgê demjimêr 11:29 xulekî de bi hêza 4.5 pile erdhejek çêbûye û kûrahiya wê jî 7 kîlometre bin erdê bûye.

Heta niha derbarê zerarê de ti agahî nehatine belavkirin.

Herwiha hat ragihand ku li parêzgeha Dêrsimê hest bi erdhejê hatiye kirin.