Amed: Ew kesê bi hinceta girtina wêneyê dayîk û keçekê hat kuştin bê tawan derket

Hewlêr (Rûdaw) - Yekşemba derbasbûyî 3ê Nîsana 2022ê welatiyekî temen 40 salî bi navê Ergun Arslan bi wê yekê hat tohmetbarkirin ku qaşo wêneyê dayîk û keçekê girtiye. Arslan ji aliyê komek ciwan û zarokan ve ji sê cihên laşê xwe bi kêran hat birîndarkirin. Bûyer li Parka Anzele ya sînorê Ameda Bakurê Kurdistanê qewimî.

Piştre polîsên Amedê dest bi lêkolînan kirin û derket ku wî kesê wêneyê wê keç û dayîkê girtiye, ciwanek bûye ne Ergun Arslan. Polîsan wêneyê Arslan pêşanî dayîk û keçê kirin, lê gotine ne ew kes bûye ku wêneyê wan girtiye.

Azîze Arslana hevjîna Ergun Arslan ji polîsan re got: “Derewan li hevjînê min dikin, ew ji ber li Sûrê mezin bûbû gelek caran serdana wê derê dikir. Wê rojê bi rojî bû û piştî nimêja nîvro kir ji malê derket. 19 sal e hevjîna wî me û qet min karekî wiha jê nedîtiye ku tê behskirin.”

Polîsên Amedê heft kes bi tohmeta kuştina kesekî li navçeya Sûra Amedê desteser kirin û bi biryara dadwer sê ji wan bi navên S.d ê 16 salî, I.H ê16 salî û Baran Eren ê 23 salî hatin girtin û bo girtîgehê hatin şandin.

Dema wan ciwan û zarokan bi kêran li Ergun Arslan didan, di nav kolanên Sûrê re hat gerandin. Ew kêlî ji aliyê kameraya çavdêriyê ve hatin tomarkirin û dîmenên wê belav bûne. Di vîdyoyê de derdikeve ku Ergun Arslan bi birîndarî di nav kolanê re tê gerandin. Piştre ji ber gelek xwîn jê diçe dikeve. Herçiqas bi ambulansê bo nexweşxaneyê tê veguhestin lê ji ber gelek xwîn jê diçe canê xwe ji dest dide.

Lêkolîna polîsan a derbarê bûyerê de berdewam e.