Li Qersê bilindbûna asta avê bûye sedema krîzekê

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê ji ber helîna berfê rêjeya avê zêde bû û temamê geştên trênan li bajarokê Qamûşanê û rêya serekî a Qaqizman-Selîm û Selîm-Îstasyonê jî hatin rawestandin.

Li parêzgeha Qersê, îsal weke gelek parêzgeh û navçeyên Bakurê Kurdistanê berfeke zêde bariya. Ji ber guherîna demsalê û zêdebûna pileyên germê, berfa ku ketiye, dest bi werînê kiriye û ji ber vê yekê lehî rabû.

Li Gundê Karadaxê yê ser bi parêzgeha Qersê ve, ji ber helîna berfê av rabûye, 10 malên gund û axûr ketine bin avê.

Tîmên peywendîdar bi hewara wan ve çûne, ajelên wan rizgarkirin ligel du kesan ku di malên xwe de mabûn asê. 40 kes bo stargehekê hatine veguhestin.

Lehî li çendîn navçeyên niştecihbûnê yên Qersê rabûye. Li gor Parêzgarê Qersê, dibe ev rew çend rojan berdewam e, lewra hişyariyê dide.

Parêzgarê Qersê Turker Ozkan got: “Divê em hişyar bin. Hê rewşa metirsîdar neguherî ye, ji niha û şûnde jî dibe rûbirûyê pirsgirêkan bibin. Barîna baranê jî destpê dike. Pêşbînî wiha ne. Divê em hemû hişyar bin û xelkê agahdar bikin.”

Li Stasyona Şemendeferê ya li bajarokê Qamûşanê diivabû ev şemendefer ber bi Qersê ve biçûya, lê ji şeva borî ve geşt hatine hilweşandin.

Ji xeynî jiderbketina xeta şemendeferê, du rêyên serekî yên Qersê jî hatine girtin.

Li navenda bajarê Erdexanê yê Bakurê Kurdistanê, barîna baranê helîna berfê bileztir kiriye, cadeyên navenda bajêr di bin avê de mane.

Serokê Şaredariya Erdexanê Faruk Demir jî got: “Em rûbirûyê karesata lehiyê bûne. Li bajarê me du sê navçeyên bi pirsgirêk hene, derdora nexweşxanê û rêya nexweşxaneyê, li xwarê jî navçeyeke kûr heye, sê çar mal lê ne û hinekî zerar gehiştiye wan. Me ewder çareser kir û me rêya avê bi çem ve girêda, me ev cade sala borî qîr kir. Lehiyê beşeke zêde ya qîra wê bir.”

Ji roja Sêşemê 5ê Nîsanê ve li parêzgehên Qers û Erdexanê, bilindbûna asta avê ji ber werîna berfê destpê kiriye û heta berê sibeha îro jî rewşa xelkê û rêyan asayî nebûye. Ji ber lehiyê xelkê deverê nîgeran bûne, lê heta niha tenê zerara maddî çêbûye.