Balafirxaneya Hewlêrê ji ber tozbarînê geştên xwe rawestand

Hewlêr (Rûdaw) - Ji ber barîna tozê, Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê tevaya geştên xwe yên asmanî rawestand.

Pêleke tozbarînê çendîn bajarên Başûr, Bakûr û Rojavayê Kurdistanê daye ber xwe û rêjeya dîtinê gelekî kêm bûye, di heman demê de, serdana bo nexweşxaneyan jî zêde bûye.

Rêvebirê Firokexaneya Hewlêrê Ehmed Hoşyar ji Rûdawê re got, îro Pêncşembê ji ber barîna tozê wan geştên asmanî yên Hewlêrê (çûn û hatin) rawestandin û heta mesafeya dîtinê zêdetir nebe û rewş asayî nebe, em geştan dest pê nakin

Ehmed Hoşyar diyar kir ku îro  89 geştên asmanî li Balafirxaneya Navdewletiya Hewlêrê ber bi welatan ve hebûn  û 13 ji wan bo Umre bûne li Siûdiyê.

Ji aliyê din ve Rêvebirê Balafirxaneya Navdewletiya Silêmanîyê Tahir Ebdullah jî ji Rûdawê re ragihand ku geştên asmanî li wê balafirxaneyê berdewam in û heta niha nehatine rawestandin.