VÎDEOWALL - Hişkesalî tirseke mezin li cem cotkaran çêkiriye

Hewlêr (Rûdaw) - Hişkesalî û têkçûna çandiniya dexlûdanan li Rojavayê Kurdistanê tirseke mezin li cem cotkaran û welatiyên din jî peyda kiriye.

Li Rojavayê Kurdistanê hişkesalî ye, baran pir kêm bariyaye û zivistan jî bidawî bû, zeviyên çandiniya dexlûdanan hişk dibin.

Li Cizîra Rojavayê Kurdistanê  %75 ji zeviyên çandiniya dexlûdanê bejî ne. Ev jî tê watya ku bi nebûna baranê ziyaneke mezin digihêje zevî  û berhemên çandiniyê.

Li gorî amarên fermî yên Rêveberiya Xweser, di encama wê rewşê de bêhtir ji %50 ji zeviyên çandiniyê yên Cizîra Rojavayê Kurdistanê  hişk dibin û ziyanê dibînin.

Tovên ku hatina çandin jî bêhtir ceh û genim in, lê bi sedema nebûna baranê û buhabûna mazotê pembo nehatiye çandin.

Li gorî amarên fermî yên saziyên ser bi Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Sûriyê, li Hesekê: Tevaya rûberê çandî bi berhemên ceh û genim, li parêzgeha Hesekê digihêje nêzîkî 958 hezar hektarî.

Rûberê çandî bi berhema nîskê avî jî, li Cizîrê 39 hezar û 200 hekatr e. Rûberê çandî bi berhema nîskê bejî yê li ser baranê, 37 hezar û 200 hekatr e.

Amarên fermî yên Rêveberiya Giştî ya Çavdêriya Keşûhewayê ya Hikûmeta Sûriyê diyar dikin ku barîna baranê li gorî amarên jêrîn hatiye diyarkirin:

Weke mînak, li bajarê Hesekê ji destpêka sala 2021ê ve, 145 milîmetre baran bariyaye. Lê par di çarçoveya heman demê de, 268 milîmetre baran bariyabû.  Herwiha têkraya /mueddelê/ salane ya baranbarînê 260 milîmetre ye.

Her weke mînak, ji destpêka sala 2021ê ve, heta niha, li bajarê Qamişlo 184 milîmetre baran bariyaye. Lê sala par di çarçoveya heman demê de, 473 milîmetre baran bariyabû. Têkraya /mueddelê/ salane ya baranbarînê jî, 415 milîmetre ye.