Rewşa mirovî li Kampa Holê dijwar e

Hewlêr (Rûdaw) - Rewşa mirovî li Kampa Holê li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê zehmet e.Zehmetbûna wê rewşê di warên bijîşkî, tendirustî, xwarin û vexwarinê de ye. Herwiha ji aliyê ewlehiyê û parastinê ve zehmetî heye.

 

Kampa Hol, li rojhilatê bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistsnê, bi 45 kîlometreyan, di rewşeke xirab û zehmet de ye.


Koçberên sûrî û penaberên iraqî yên sivîl, herwiha malbatên çekdarên DAIŞê û çekdarên DAIŞê yên girtî jî, li wê kampê hatine bicihkirin û komkirin.


Zanyariyên ku ji nav Kampa Holê hatine ragihandin, diyar dikin ku di heftiya borî de, nêzîkî 11 zarokan bi sedema rewşa xirab li wê kampê, jiyana xwe jidest dan.


Hejmareke jinên Kurdên Êzidî jî li kampê hatine bicihkirin û tê çaverêkirin ku radestî aliyên pêwendîdar bibin, ji bo ku li kesûkar û malbatên xwe vegerin.


Zanyariyên ku ji aliyê rêveberên Kampa Hol têne ragihandin, diyar dikin ku rewşa mirovî li nav kampê gelekî zehmet e, ji ber ku li gorî pêwîst, rêxistinên mirovî û navdewletî alîkariya wan nakin, ji bo peydakirina pêdawîstiyên nişteciyên kampê, ji aliyên bijîşkî, tendirustî, xwarin, vexwarin û xwendinê ve. Herwiha ji aliyê ewlehî ve.


Hejmara giştî ya nişteciyên Kampa Holê gihiştiye 75 hezar û 842 kesî,  piraniya wan jin û zarok in.


30 hezar û 367 penaberên iraqî li kampê hene, ku bi sedema şerê DAIŞê ji Mûsil û derorê reviya bûn, Rojavayê Kurdistanê, lê rêveberiya kampê ragihandibû ku ji 3yê vê meha Nîsanê ve rê li ber penaberên iraqî hatiye vekirin, ji bo kesên ku dixwazin vegerin cih û warên xwe.


Hejmara koçberên sûrî, di nav wan de jî malbatên çekdarên DAIŞê yên sûrî, li kampê gihiştiye 31 hezar û 436 kesan.


Nişteciyên biyanî, ji malbat û çekdarên DAIŞê 11 hezar kes in.


Heyva Sor a Kurdî ragihand ku, niha ew kar dikin ji bo damezrandina nexweşxaneyekê, bi bêhtir ji 17 textan û 3 beşên sereke yên bijîşkî. Berê jî hejmarek ji xalên wê yên tendirustî, li nav kampê hebûn.


Li gorî zanyariyan 8 ambulans li kampê hene, bi rêjeya, ji bo her 10 hezar nişteciyî 1 ambulans heye.


Kampa Hol 8emîn kampa li jêr destihlata Rêveberiya Xweser e, ji wan jî Kampên: Eltuwêhniyê, Eyn Îsa, Mebrûka, Elherîşê, Newroz, Miştenûr û Roj in.