“Me ji DAIŞê re şivantî dikir!”

Zûmar (Rûdaw) – Ew kurdên êzîdî yên ji destê DAIŞê rizgar bibûn, gihîştin devera Zûmarê ku di destê hêzên Pêşmerge de ye.

Îro 30 kurdên êzîdî, ku hemû xelkê gundê Koço yê Şingalê ne, bi alîkariya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê û hêzên ewlehiyê ji destê DAIŞê rizgar bûn û gihîştin deverên bin destê Pêşmerge.

Ew ji bajarokê Tileferê yê Mûsilê 10 saetan bi piyan meşiyane û xwe gihandine gundê Tilşorê yê Zûmarê.

Ew kurdên êzîdî ku pirranî jin û zarok bûn, dibêjin, DAIŞê her cure zilm li me dikir, me ji wan re şivantî dikir û pezên wan xwedî dikir…