Li Colemêrgê otomobîlek ket çem: Bav mir, kurê 10 salî birîndar e

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Colemêrgê ya Bakurê Kurdistanê otomobîlek ket nav Çemê Zê û di qezayê de kesek mir û kurê wî yê 10 salî jî bi giranî birîndar bû.

Qeza îro li gundê Ketinisê yê Colemêrgê, li ser rêya sereke ya Wan û Colemêrgê çêbû.

Li gorî zanyariyan otomobîla ku welatiyê bi navê Aydin Yeşîlgoz diajot ji rê derket û ji kendalekî ket û çû nav Çemê Zê.

Aydin Yeşîlgoz piştî qezayê ber avê ket û kurê wî yê 10 salî Muhammet Yeşîlgoz ku bi giranî birîndar bûbû bi derfetên xwe ji avê derket.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristî çûn cihê bûyerê û wan Muhammetê 10 salî bir Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê.

Termê Aydin Yeşîlgoz jî derdora kîlometreyekê dûrî cihê bûyerê ji aliyê tîman ve ji çem hat derxistin û tîman ew bir morga nexweşxaneyê.