COLEMÊRG – Ji pêlava wî 3 kîlo zêr derketin

Hewlêr (Rûdaw) – Li Colemergê ji pêlava kesekî 3 kîlo zêr derketin.

Parêzgariya Colemêrgê da zanîn ku ku cendirmeyen li ser îxbarê li xaleke kontrolê ya di navbera Colemêrg û Geverê de (Yenîkopru) mînîbusek rawestandiye.

Di vê mînîbusê de ji pêlavên rêwîyekî 3 kîlo zêr derketine ku bihayê wan 6 milyon û 600 hezar lîreyê Tirkî ye.

Hat ragihandin ku li ser gumanbar lêkolîna edlî hatiye destpêkirin.