Babacan: Divê xwezaya Dêrsimê neyê têkdan

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Giştî Partiya DEVAyê Alî Babacan got ku xwezaya Dêrsimê gelekî xweşik e û divê neyê têkdan.

Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan duh di çarçovê bangeşeya hilbijartinên 31ê Adarê de çû Dêrsima Bakurê Kurdisanê.

Alî Babacan rexne li partiyên desthilat û mixalefetê girtin û got her du alî jî dijmintiya ava dikin.

Babacan amaje bi wê yekê da ku rewşa mixalefeta Tirkiyeyê jî bûye wekî ya desthilatê û ev yek jî pirsgirêkan çareser nake.

Herwiha Babacan derbarê projeyên xwe yên ji bo şaredariya Dêrsimê kir û got ku divê xwezaya xweşik a bajar neyê têkdan.

"Divê em berjewendiyên hinek kesan bidin aliyekî"

Serokê Giştî Partiya DEVAyê wiha got:

“Em neçarin ji nûveavakirinê bêyî ku zirerê bidin xwezaya Dêrsimê bikin.

Xebata ku li vê herêma xwezaya wê nawaze ye û gelekî xweşik e bê kirin divê zirerê neghîne xweşikbûna bajêr û xwezaya wê.

Divê em berjewendiyên hinek kesan bidin aliyekî û destpêkê bibêjin mirov, xweza, bajar û Munzur.

Eger bi vî awayî nûbûnek çêbibe em dikarin ji bo nifşê paşerojê karekî baş bihêlin.”