Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin kir.

Nêçîrvan Barzanî û Lloyd Austin piştî civînê li Serokatiya Herêma Kurdistanê civîneke hevpar a çapemeniyê li dar xistin.

Nêçîrvan Barzanî got "Em li ser wê yekê hevfikirîn ku çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de ji bo aramiya herêmê giring e.”

Barzanî amaje bi rola Herêma Kurdistanê di dabînkirina aramiya navçeyê de kir û dibêje “Herêma Kurdistanê dê her dem bibe faktora aramiyê ji bo navçeyê.”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser giringiya piştevaniya Amerîka bo Pêşmerge kir û got “Em spasiya berdewamiya piştevaniya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge dikin.”

Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê Lloyd Austin, bal kişand ser têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞê û ragihand “Em bi dehan salan bi hev re xebitin. Me ligel Hevpeymaniya Navdewletî herêmeke berfireh ji destê DAIŞê rizgar kir”

Lloyd Austin tekezî li ser rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de kir û got “Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de roleke girîng lîst.”

Austin diyar kir ku ew piştgiriyê didin yadaştnameya ku di navbera Pêşmerge û Amerîkayê de hatiye îmzekirin û dibêje “Em piştgiriya xwe ji bo yadaştnameya jihevtêgihiştinê dubare dikin.”

Austin bal kişand ser wê yekê ku divê artêşa Iraqê û Pêşmerge bi hev re tevbigerin û wiha anî ziman “Hevkariya artêşa Iraqê û Pêşmerge girîng e. Divê Hewlêr û Bexda bi hev re kar bikin.” 

 

Li aliyê din Serokatiya Herêma Kurdistanê derbarê civînê de daxuyaniyek belav kir û tê de dibêje “Peywendiyên Herêma Kurdistanê, Iraq û Amerîkayê, rewşa ewlehiyê, pêşhatên dawî yên şerê li dijî terorê, pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê, rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û hemahengiya navbera Pêşmerge û artêşa Iraqê ji bo şerê li dijî DAIŞê hatine gotubêjkirin.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin “Aliyan li ser wê yekê jî hevdeng bûn ku teror û DAIŞê heta niha li Iraq û Sûriyê gef û metirsiyên rasteqîn in û Herêma Kurdistanê û Iraq pêwîstiya wan bi piştevaniya Amerîka û Hevpeymaniya Navdewletî heye bo dabînkirina şikestina herdemî.”

Di daxuyaniya Serokatiyê da hate gotin "Alîyan tekezî li ser girîngiya hevkariyê kirin ji bo dabînkirina aramî û aştiyê li herêmê."

Li gor daxuyaniyê Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Lloyd Austin rola Pêşmerge di şerê li dijî DAIŞê de bilind nirxand û diyar kir ki ku Austin gotiye “ “Em proseya birêxistinkirina Pêşmerge û reformên di vî warî de dişopînin. Ji bo serxistina vê proseyê di çarçoveya rêkeftina ku di navbera Pentagon û Wezareta Pêşmerge de hatiye îmzekirin, emê hemû piştevaniya pêwîst pêşkêş bikin.”

Di daxuyaniya hat desnîşankirin ku Austin han daye aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ku pirsgirêkên xwe çareser bikin û dibêje “Wezîrê Berevaniya Amerîkayê piştevaniya welatê xwe ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr-Bexdayê bi rêya diyalogê nîşan da.”

Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser wê yekê kir ku proseya çaksazî û rêkxistina Pêşmerge tevî astengiyan dê serkeftî be û spasiya Amerîkayê kir ku di vê pêvajoyê de alîkarî û piştgiriya wan kir.