Bavê Alan Kurdî: Ez û Papa bi hev re giriyan

Hewlêr (Rûdaw) - Ebdullah Kurdî, Bavê Alan Kurdî ragihand ku  wî li Stadyuma Frenso Herîrî berî ku merasîma Qedasê destpê bike hevdîtinek ligel Papayê Vatîkanê kir û ew herdu bi ehv re ji ber çîroka wî ya dilzîz giriyane.

Papayê Vatîkanê Papa Francis îro Yekşemê 7ê Adara 2021an li Stadyuma Frense Herîrî ya Hewlêrê merasîma mêjûyî ya Qedas bi beşdariya 10 hezar kesan birêve bir.

Ebdullah Kurdî bavê Alan Kurdî ye ku ew zarokê ku temen 3 sal bû, di 2ê Îlona 2015ê de termê wî li peravên Bodruma Tirkiyê hatibû dîtin, û tevî dayik û birayekî xwe li nav deryaya Egeyê xeniqîbûn.

Ebdullah Kurdî ji Rûdawê re ragihand ku wî li Stadyuma Frenso Herîrî berî ku merasîma Qedasê destpê bike hevdîtinek ligel Papayê Vatîkanê Papa Francis kir.

Derbarê hevîdtinê de Ebdullah Kurdî got: “Ez li ser xwesteka Papa hatim, ji ber ku dixwest ku min bibîne. Wî xwestibû, berî ku bê Iraqê, emailek ji min re hat ku dixwaze min bibîne, min jî bawer nedikir û dîdareke wisa nediket bîra min. Ji min re gotin, 7ê mehê li Hewlêrê dixwaze li gel te rûnime. Hikûmeta Iraqê jî texsîr nekir û gelek hêsankarî pêşkêş kirin, ji vir, spasiya xwe ji wan re tînim ziman. Min jî tabloyeke ku êşa Kurdan li xwe digire pêşkêşî wî kir, herwiha min alîkariya zarokên Kurdistanê jê xwest, bi dîdara min gelekî dilzîz bû. Ez dora 10 deqeyan pê re axivîm, ev jî cihê şanaziyê ye bo min. Ev jî logoya Papa ye.”

Ebdullha diyar kir ku ew  gelekî kêfxweş bûye ku hateHerêma Kurdistanê û got: “Eekî din jî me behsa aştî û pêkvejiyanê kir, li aliyê din, Papa ji ber pêşwaziya xelkê ya bikelecan û dîdara me, kêfxweşiya xwe anî ziman. Min xwe negirt, ez giriyam, ji dil jî Papayekî binirx e. Min jê re got ku heger derfet hebe, ez dixwazim ku te bibim ku tu zarokan bibînî, ji ber ku di rewşeke xirab de ne, wî ji xwe negirt, giriya.”

Bavê Alan Kurdî herwiha got: “Hestekî gelekî xweş bû û min bawer nedikir ku dîdareke wisa li hev were. Dema min behsa zarokan kir, giriya, dûre, min jê re got `Piştî ku min binemala xwe ji dest da, min jiyana xwe ji bo zarokan terxan kir`, dûre min jê xwest ku were rewşa zarokan bibîne ku çend xirab e, û dema ku min behsa sermayê kir, hêsirên wî daketin.”

Alan Kurdî yê 3 salî yê ji bajarê Kobanî yê Rojavayê Kurdistanê roja 2ê Îlonê ligel birayekî xwe bi navê Xalib ê 5 salî û dayika wan Rihan a 28 salî dema ku xwastibûn ji Tirkiyeyê ber bi Ewropayê ve herin, di deryaya Spî de xeniqîn û cenazeyê wan li qeraxa bajarê Bodrum ê Tirkiyeyê hatibûn dîtin.