Li ser Şaredariya Gêlê ya Amedê qeyûm hate danîn

Navenda Nûçeyan – Qeyimeqamê Navçeya Gêlê (Egil) ya Amedê Kurşad Atak, dêvla Seroka Şaredariya Gêlê Petek Elyuse Çapanoglu weke qeyûm hate danîn.

 

Petek Elyuse Çapanoglu di çarçoveya “lêpirsîna terorê” de ji aliyê Wezareta Navxweyî ya Tirkiyê ve ji kar hatibû dûrxistin.

 

Parêzgariya Amedê ragihand, li cihê Petek Elyuse Çapanoglu, Qeymiqam Kurşad Atak weke qeyûm hatiye danîn.

 

Kurşad Atak bi biryara wezaretê, weke cîgirê serokê, îro dest bi karê xwe kir.

 

Li Bakurê Kurdistanê 106 şaredarî girêdayî Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bûn. 

 

Bi vî qeyûmê dawî, li ser 3 şaredariyên bajarên mezin, 7 şaredariyên bajaran û 64 şaredariyên navçeyan û 9 şaredariyên bajarokan, bi temamî li ser 83 şaredariyan ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve qeyûm hatine danîn.