Bajar bi bajar nifûsa Bakurê Kurdistanê çi qas e?
Hewlêr (Rûdaw) - Saziya Amaran a Tirkiyeyê (TUIK) ragihand ku nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 85 milyon û 372 hezar û 377 e.
Bajarê herî mezin ê Tirkiyeyê Stenbol û yê Bakurê Kurdistanê jî Riha ye.
TUIKê amarên nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê yên sala 2023yan eşkere kirin.
Li gorî amarên TUIKê, nifûsa 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê 17 milyon û 160 hezar û 136 e û nifûsa tevahiya Tirkiyeyê jî 85 milyon û 372 hezar û 377 e.
Nifûsa Bakurê Kurdistanê sala 2022yan 17 milyon û 117 hezar û 48 kes bû û ya Tirkiyeyê jî 85 milyon û 279 hezar û 553 kes bû.
Nifûsa Tirkiye û Bakurê Kurdistanê li gorî sala 2022an gelekî kêm zêde bûye.
Nifûsa Bakurê Kurdistanê sala 2023yan li gorî sala 2022yan tenê 48 hezar û 88 kes zêde bûye.
Li Tirkiyeyê, Stenbol bi 15 milyon û 655 hezar û 924 kesan di rêza yekem, Enqere bi 5 milyon û 803 hezar û 482 kesan di rêza duyem û Îzmîr bi 4 milyon û 479 hezar û 525 kesan di rêza sêyem de cih digirin.
Li Bakurê Kurdistanê nifûsa herî zêde li Rihayê ye
Di nav 25 parêzgehên Bakurê Kurdistanê de Riha bi 2 milyon û 213 hezar û 964 kesan di rêza yekem de ye.
Dîlok bi 2 milyon û 164 hezar û 134 kesan di rêza duyem de ye û Amed bi milyonek û 818 hezar û 133 kesan di rêza sêyem de ye.
Parêzgeha Dêrsimê jî bi 89 hezar û 317 kesan bajarê herî biçûk ê Bakurê Kurdistanê ye.
Li bajarên erdhejê nifûs kêm bûye
Li parêzgehên Semsûr, Mereş û Meletiyê ku erdhejên 6ê Sibatê bandoreke zêde li wan kir, ji ber kesên canê xwe ji dest daye û koç kiriye nifûs kêm bûye.
Li Semsûrê nifûs ji 635 hezar û 169 kesan daketiye 604 hezar û 978 kesan, wate bi qasî 30 hezar û 191 kesan kêm bûye.
Li Mereşê nifûs ji milyonek û 177 hezar û 436 kesan daketiye milyonek û 116 hezar û 618 kesan, ango 60 hezar û 818 kes kêm bûne.
Li Meletiyê nifûs ji 812 hezar û 580 kesan daketiye 742 hezar û 725 kesan, ango 69 hezar û 855 kes kêm bûne.
Hejmara Nişteciyên Parêzgehên Bakurê Kurdistanê:
2022 2023
Riha: 2,170,110 2,213,964
Dîlok: 2,154,051 2,164,134
Amed: 1,804,880 1,818,133
Wan: 1,128,749 1,127,612
Mereş: 1,177,436 1,116,618
Mêrdîn: 870,374 888,874
Erzirom: 749,754 749,993
Meletî: 812,580 742,725
Sêwaz: 634,924 650,401
Êlih: 634,491 647,205
Semsûr: 635,169 604,978
Xarpêt: 591,497 604,411
Şirnex: 557,605 570,745
Agirî: 510,626 511,238
Mûş: 399,202 399,879
Bedlis: 353,988 359,747
Sêrt: 331,311 347,412
Colemêrg 275,333 287,625
Çewlîg: 282,556 285,655
Qers: 274,829 278,335
Erzingan 239,223 243,399
Îdir: 203,594 209,738
Kilîs: 147,919 155,179
Erdexan 92,481 92,819
Dêrsim: 84,366 89,317
Giştî: 17,117,048 17,160,136