Ji Qersê 39 pizîşk û karmendên tendirustiyê bo Semsûrê hatin şandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ji parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 39 pizîşk û karmendên tendirustiyê yên xwebexş bo parêzgehên erdhej li wan çêbûye hatin şandin.

Roja Duşemê 6ê Sibata 2023ê demjimêr 04:17 erdhejek bi hêza 7.7 pileyê Rîxterê ku navenda wê navçeya Bazarcixa Mereşê bû çêbû û li bajarên Mereş, Amed, Riha, Semsûr, Meletî, Kilîs û Dîlok ên Bakurê Kurdistanê û bajarên Hatay, Edene û Osmaniye yên Tirkiyê bû sedema mirin û birîndarbûna bi hezaran kesan.

Herwiha îro jî erdhejeke din bi hêza 5.3 pileyê Rîxter bajarê Semsûrê hejand.

Ji bo alîkarî û dermankirina birîndaran, 39 pizîşk û karmendên tendirustiyê bi awayekî dilxwaz ji parêzgeha Qersê bo Semsûrê hatin şandin.

Parêzgariya Qersê ragihand ku tîma 39 kesî ya bo Semsûrê hatiye şandin ji 10 pispor, 24 hekîm, 14 perestyar, 1 anestezî pêk tê.

Li Semsûrê 100 avahî hilweşiyane

Waliyê Semsûrê Mahmut Çuhadar ragihand ku ji ber erdhejê 100 avahî hilweşiyane û 28 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Çuhadar got, “Niha bi sedan kes di bin kavilan de ne, em ekîbên xwe koordîne dikin. Bi taybetî ekîbên AFAD'ê yên navçeyên derdorê divê demildest bên Semsûrê.”

AFADê hejmara mirî û birîndarên erdhejê eşkere kir

Li gorî daneyên dawî yên ji aliyê AFADê ve hatin ragihandin, hejmara kesên ku heta niha di encama erdhejê de li 11 parêzgehan jiyana xwe ji dest dane 3 hezar û 381 û hejmara birîndaran jî 20 hezar û 426 kes e.

Li gor AFADê, hejmara avahiyên ku zirar dîtine 11 hezar û 302, û hejmara avahiyên hilweşiyane jî 5 hezar û 775 avahî ne.