Xelkê Semsûrê: Mirov ji sermayê dimrin

Hewlêr (Rdûaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistan ku erdhejê bandoreke gelek mezin lê kiriye û bi sedan avahî hilweşiyane û bi hezaran kes dibin kavilan de mane, welatî ji ber nebûna alîkariyan bi hêrs in û dibêjin mirov ji sermanyê dimrin.

Li gorî peyamnêrê Rûdawê Ferhad Dolemerî, ziyanên canî ji yên ku di medyayê de tên ragihandin gelekî zêdetir in û Semsûr di rewşeke gelekî dijwar de ye.

Hate ragihandin ku gel bi hewldanên xwe hinek cenaze ji bin xirbeyan derxistine û kesek tuneye van cenazeyan veşêre.

Pêwîstiya Semsûrê bi alîkariya lezgîn a mirovî heye û li bazaran kelûpelên xwarinê nemame.

Li bajarê ku gelek avahî lê hilweşiyan, tîmên AFADê têrê nakin.

Welatiyên Semsûrê diyar kirin ku hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane ji hejmarên ku hatine ragihandin gelekî zêdetir in.

“Tîmên rizgarkirinê îro hatin”

Welatiyekî Semsûrê ji Rûdawê re axivî û got “Hûn rewşê dibînin, 24 saet derbas bûn hê îro hatin. Gava tê axavtinê dibêjin `me vê kiriye, wê kiriye.` Di nûçeyan de dibêjin 13 kesan jiyana xwe ji dest dane. Di vê sermayê de kî dikare di 24 saetan de li jiyanê bimîne. Tev mirin. Em nikarin kesî rizgar bikin. Em çewa dikarin mirovan bi tena serê xwe rizgar bikin? Bi destan nabe.”

“Makîneyên ku pê mirovan rizgar bikin tinin”

Welatiyekî din jî dibêje “Belkî 100 hezar meriv jî miribin. Mirin pir in, avahî nemane. Firin jî naşixwilin, dikan jî naşixwilin. Tiştek tine. Avahî nemane bajar gişt hilweşiyaye, xelk di bin avahiyan de ne, makîne tinin ku em wan pê rizgar bikin.”

“Qet alîkari nehat”

Welatiyekî dîtir jî got “Heta sibehê baran dibare, yên sax jî dê ji serma bimrin. Ti alîkari nehat. Xelk ji bo xwarinê tiştek nabîne.”

Li aliyê din hat ragihand li Semsûrê pirsgirêka înternet û şekebeyên telefonan hene û gelek kes ji bo ku xwe bigihîne xizmên xwe yên bajêr zehmetiyan dikşînin.