Karsazê Kurd Ulukaya 2 milyon dolar alîkarî dide herêma erdhejê

Hewlêr (Rûdaw) - Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya ku li Amerîkayê dijî ragihand ku di qonaxa yekem de wî 1 milyon dolar ji bo herêma erdhejê daye û dê piştre  1 milyon dolar din jî pêşkeş bike.

Li Mereşê du erdhejên bi hêza 7.7 û 7.6 pileyê rîxter rûdan û wêranieyek mezin li 10 bajarên derdorê jî bû.

Ji bo erdhejê li welat û derveyî welat kampanyayên alîkariyê hatin destpêkirin.

Xwediyê kompaniya  Chomani Yogurt Hemdî Ulukaya ragihand ku ew dê 1 milyon dolar weke alîkarî ji bo Philanthropy Funds Turkiye Earthquake Relief Fund (Fona Alîkariya Erdhejê ya Tirkiyê) pêşkeş kiriye û  dê pişt re 1 milyon dolar din jî bide.

Ulukaya bang li her kesî kir ku tevlî kampanyaya alîkariyê ya TPFê bibin.

Karsazê Kurd Hamdî Ulukaya li ser hesabê xwe yê twitterê gotiye: “Ez bang li her kesî dikim ku piştgirî bidin kampanyaya alîkariyê ya TPFê ya ji bo erdheja li Tirkiyê. Ez di qonaxa yekem de 1,000,000 dolar didim. Di heman demê de ez dê piştre jî bi qasî 1,000,000 dolar alîkarî bidim. Werin em bi hev re alîkariya Tirkiyê bikin!”