Çiyagerên Îranî li ser Çiyayê Agirî ji mirinê filitîn

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agirî ya Bakurê Kurdistanê 21 çiyagerên Îranî û 3 rêberên geştyariyê ku dixwestin hilkişin ser Çiyayê Agirî ji ber berf û pûkê geşta xwe bi dawî kirin û vegeriyan.

Çiyagerên Îranî şeva borî hilkişiyan ser Çiyayên Agirî û li bilindahiya 4 hezar û 200 metreyan ji ber berfa zêde û pûkê neçar man geşta xwe bidawî bikin û biryara vegerê bidin.

Ev grupa çiyageran ji 3 rêberên geştê û 21 çiyageran pêk tê û 3 ji wan jin in.

Grup ji navçeya Bazîdê ya ser bi parêzgeha Agirî ve 3ê Sibata 2022ê roja Pêncşembê derketin rê daku hilkişin ser Çiyayê Agiriyê ku bilindahiya wê ji deryayê 5 hezar û 137 metre ye û çiyayê herî bilind ê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê ye.

Grup şeva yekem gihişte bilindahiya 3 hezar û 100 metre û li wir ma, piştre roja din gihiştin bilindahiya 4 hezar û 200 metreyan lê ji ber berfa zêde û pûkê nikarîbûn geşta xwe bidomînin û biryara vegerê dan.

Li gor agahiyan piştî bi şev li navçeya Bazîdê mane piştre çûne parêzgeha Wanê.