AMED - Xelk ji tirsa vîrûsa Koronayê tiştên Çînî nakirin
Amed (Rûdaw) – Weke her cihên din ên cîhanê, li Bakurê Kurdistanê jî di nav xelkê de tirsa ji vîrusa Koronayê zêdetir bûye û rewş gihîştiye asteke wisa ku li bajareke wek Amedê, xelk dest nadin mobayl û kelûpelên Çînî û ew yek jî bûye sedem, ku kereste û kelûpelên Çînî nayêne firotin.
Vîrusa Koronayê niha li hemû dewletên cîhanê belav nebûbe jî lê belê tirs û xofa wê li hemû aliyê cîhanê belav bûye.
Hemû dewletên cîhanê bergiriyên xwe roj bi roj qahîmtir dikin; herwisa her welatekî ji aliyê xwe ve giranî daye ser dîtina dermanê vê nexweşiyê. Hin welatan dergehên xwe ji Çînê re girtine, hin welatan jî kelûpel û xurekên Çînî li xwe qedexe kirine, da ku ev vîrusa zûbelav neyê welatê wan.
Li bajarê Amedê jî xelk nîgeran in ku ew tûşî Koronayê bibin, lewma ji bo parastina tendirsutiya xwe tedbîran werdigirin.
Hejmarek welatiyên Amedê têkildarî wê yekê ji Rûdawê re diaxivin û tirsa xwe ji rewşa heyî û egera tûşbûna bi vîrûsa Koronayê tînin ziman.
Welatiyê bi navê Ehmed Eryilmaz dibêje: “Ez ditirsim destê xwe bidim malên Çînî.”
Mesûd Kıran jî dibêje: “Em nîgeran in ditirsin çawa mirov natirse.” Welatiyeka bi navê Zûhal Eker jî diyar dike: “Em gelek ditirsin ku em û zarokên xwe tuşî vê vîrûsê bibin, zarokên me diçin dibistanan em di nav xelkê de ne bi rastî zehmet e.”
Selda Memîş welatiyeka din a Amedî ye ku ew jî tirsa xwe ji vîrûsa Koronayê naveşêre û dibêje: “Vîruseke ku mirov bikuje divê mirov jê bitirse.”
Li bajarê Amedê tirsa vîrusê niha herî zêde karîgerya xwe li ser alav, grad û kelûpelên Çînî kiriye, pêlîstok, mobaylên Çînî ji aliyê xelkê de nayêne kirîn, qasê ku mobaylfiroşên Amedê salix didin firotina wanên malên Çînî ji ber tirsa Koronavîrusê % 50 kêm bûye.
Welat Çelîkbîlek, ku li Amedê dukana mobaylfirotinê heye, ji Rûdawê re behsa rewşa xirab a bazara mobaylan dike û dibêje: “Bazara mobayl û kelûpelên mobaylan niha gelek sekan bûye, gelê me nîgeran e û naxwazin ku keûpelên Çînî bixine nav malê xwe, karê me gelek daketiye; lewre kelûpelên me bi giranî malên Çînê ne.”
Pisporên pizîşkî dibêjin ku mirov xwe ji nesaxiyên zûbelav biparêze baş e; lê ev yek divê bi rêbazên zanistî werine kirin; ango divê herkes şarezayê rêbazên belavbûna van nesaxiyan be, ka gelo vîrus bi mobayl û kelûpelên Çînî belav dibe an na?
Bijîşkê Nesaxiyên Sing, Prof. Dr. Abdurrahman Şenyîgît jî derbarê vîrûsê de ji Rûdawê re diyar dike: “Virûs ji zindiyan digihîje zindiyan; em nikarin bêjin ku ji kelûpelên Çînî Koronavîrûs belav dibe, ev ne li gor zanistê ye, bila xelk aram be di wê mijarê de, heta niha rûdaneke vîrûsê jî li Amedê nehatiye dîtin, û ji mobayl û pêlîstok û kelûpelên Çînî teqez vîrus belav nabe.”
Vîrûsa ku cara pêşîn li bajarê Çînê Wûhanê hatibû dîtin niha li gor rapora Rêxistina Tendurustiyê ya Cîhanê ji 25 an zêdetir welatan hatiye dîtin; heta niha ev virûs li tevahiya Kurdistanê nehatiye dîtin.