Zanayên olî bo Bakur alîkarî ji Barzanî xwestin

Enqere (Rûdaw) -  Zanayên Kurdên îslamî da ku pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi dawî bibin, dest bi çalakiyan kirine.

Zanayên ku endamê Komeleya Lêkolînên Heqîqetên Îslamî û Kongreya Îslama Demokratîk in, li Enqerê di rojiya aşitiyê de ne. Alimên îslamî da ku pevçûnên li Bakurê Kurdistanê bi dawî werin dixwazin ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi rayedarên Hikûmeta Tirkiyê re hevdîtinê pêk bîne.

Endamên Komeleya Lêkolînên Heqîqetên Îslamî û Kongreya Îslama Demokratîk dibêjin da ku balê bikêşin ser şerê li bakurê kurdistanê, ew wê çalakiya rojiya aşitiyê li dar dixin. Herwiha alimên olî da ku pevçûn bêne rawestandin banga hayedariyê li raya giştî dikin.

Endamê DİKê Tahîr Kahramaner derbarê vê yekê de ji Rûdawêre wiha got: “Niha li Bakurê Kurdistanê wehşeteke pir mezin tê meşandin. Mirovên me têne kuştin, însanên me têne perîşan kirin. Malên wan têne şewitandinê. Ji bona wehşeta hanê, zilma hanê bê bi dawîkirinê ku bi şeklekî aşitî, bi şeklekî însanî, bi şeklekî îslamî ev mesela hanê ku di mabeyna kurdan û dewletê de ku ew a bi aşitî hel bibe em vê çalakiya dikin.”

Herwiha alim daxwaza wê yekê dikin û dibêjin da ku ev şer û pevçûn bi dawî bibin divê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî navbeynkariyê bike.

Serokê İHADERê Mele Ehmed jî anî ziman lLazim e gelê kurd bibe yek û wiha domand:

“Seydayê Cegerxwîn wisa dibêje eger hûn nebin yek hûn ê tunebin yek bi yek. Gerek gelê kurd werine aliyekî, alîkariya hevdu bikin. Em ji Rûdawê jî vê rica dikin. Gerek birêz Barzanî jî destê xwe dirêjî vê karî bike. Bi kurdan re yek be, bavê wî ked daye. Bi xwe jî emegdar e.”

Çalakiya rojiya aşitiyê ya alimên olî  roja îniyê dest pê kiribû û dê êvara yekşemê jî bi dawî bibe.