Li Makûyê 7 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Makûyê yê Rojhilatê Kurdistanê 7 kesan ji bi vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest da.

Dozgerê Giştî yê Makûyê Sabir Caferî roja çarşemê ragihand ku li Makûyê 3 kesan bi alkola sexte canê xwe ji dest da û 20 kes jî bi jehrê ketin.

Sabir Caferî herwiha diyar kir ku ji ber bûyerê 4 kesên ku alkol difirotin hatine desteserkirin.

Li gorî raporên herêmî li bajarê Makûyê hejmara kesên ku ji ber vexwarina alkola sexte canê xwe ji dest daye gihîştiye 7 kesan.

Medyaya Îranê ragihand ku 7 kesên ku bi alkola sexte canê xwe ji dest da mêr in.

Rojnameya Îtimada Îranê amarên derbarê qurbaniyên alkola sexte de belav kir û ragihand ku li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ji meha Tîrmeha 2023yan ve 44 kesan ji ber alkola sexte canê xwe ji dest daye.