Li Elbistanê erd hejiya!

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Elbistanê ya parêzgeha Mereşê ya Bakurê Kurdistanê bi hêza 3,9 pileyan erd hejiya.

Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) derbarê erdheja Elbistana Mereşê de li ser hesabê xwe yê Xê zanyarî da.

Li gorî amarên AFADê erdheja navçeya Elbistana Mereşê ya bi hêza 3,9 pileyan di kûrahiya 6.99 kîlometran de çêbûye.

AFADê herwiha da zanîn ku erdhej saet 18:58an çêbûye.

Erdhej bû sedema tirsa xelkê lê ti ziyanên canî û madî çênebûn.