Li Zaxoyê merasîma Cejna Tehareyê ya Ermeniyên Ortodoks bi rê ve çû

Zaxo (Rûdaw) - Li bajarê Zaxo merasîma Cejna Tehareyê ya Ermeniyên Ortodoks bi rê ve çû ku her sal di 6ê meha kanûna paşînê ew cejiin tê pîrozkirin.

Ji bilî Ermeniyan xelk û pêkhateyên cuda yên Zaxoyê beşdarî merasî bûn.

Zaxo wekî melbenda Ermeniyan a li Herêma Kurdistanê tê dîtin.

200 malbatên Ermenî ku dike zêdetrî 2 hezar kesî li Zaxo nîştecih in.

Di Cejna Tehareyê de Ermeniyên Ortodoks ên Zaxoyê, hevdu hembez kirin û cejna xwe pîroz kir.

“Zimanê me Kurdî ye”

Welatiyê Ermenî Boxoz Hagup got, “Em hemû kurên vî miletî ne, ez 50 salî me hemû keyfxweşî û nexweşiyên me tên bîra min.

Jiyana me yek e û ciwantir nabe. Em hemû bi zimanekê diaxivin ku zimanê Kurdî ye.”

Keça Îşxan Arşak a bi navê Anûş heft sal e zewicî ye û ew niha li Ermenistanê ye lê ew bi telefonê beşdarî kêfxweşiya malbatê xwe bû.

Welatiyê Ermenî Îşxan Arşak jî got:

“Ev cejin a jidayikbûna hezretê Mesîh e. Em wek Ermenî diçin cejnên hev û cejnê li hev pîroz dikin. Hinek dost, cîran û birader jî tên malên me û cejna me pîroz dikin.”

Xelkê Zaxoyê Seed Mihemed Şemdîn Axa jî got:

“Em her dem beşdarî cejnê dibin. Heta niha jî pêkvejiyaneke rasteqîne li vî bajêrî heye. Ev cihê niha me lê ne erdê wê ji aliyê malbata me ve beriya 100 salan ji bo dêrê  hatiye destnîşankirin.”

Ermenî bûne beşeke civaka Zaxo

Ermeniyên ku ji komkujiya 1915an rizgar bûyin dem li Zaxoyê li Xan Eliyê bêhna xwe vedidin wê sibehê, ew bi dengê zenga dêrê hişyar dibin û ew êdî li vê derê hest bi ewlehiyê dikin.

Ji wê demê ve ew bûne beşeke hevbeş a civaka Zaxoyê.