Artêşa Tirkiyê li Êlihê dest bi operasyoneke nû kir

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê li dijî gerîlayên PKKê dest bi operasyoneke nû ya bi navê Eren Dorpêç Zivistan-20 kir.

Operasyonên artêşa Tirkiyê bi hincetên cuda li parêzgehên Bakurê Kurdistanê bi dawî nabin. Wezareta Navxwe ya Tirkiyê îro 7ê Çileya 2023an bi ragihand ku Artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgeha Êlihê bi beşdariya 650 serbaz, polîsên tevgera taybet, komando û gundparêzên ku ji 44 tîman pêk tên dest bi operasyoneke bi navê Eren Dorpêç Zivistan-20 kiriye.

Wezareta navborî di daxuyaniya xwe de îdia kiriye ku ew operayon bi hinceta hebûna gerîlayên  PKKê li Êlihê daye destpêkirin û ragihandiye ku dê operasyonên wan di bin navê Eren Dorpêç Zivistan  de bi pêdagirî berdewam bin.

Bi hatina demsala zivistanê li nav Tirkiyê operasyonên “Eren Zivistan” dijî gerîllayên PKKê destpê kirine. Operasyona “Eren Zivistan-1” roja 9ê Cotmeha 2021ê li devera Besta ya sînorê parêzgeha Şirnexê bi beşdarbûna 1550 çekdarên hêzên ser bi Fermandariya Cendirme, polîsên taybet, komando û gundparêzan destpê kir ku ji 121 tîmên cuda pêk hatibûn.

Piştî wê operasyonê, Artêşa Trikiyê rêze operasyonên xwe yên bi navê Eren Zivistan bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê li parêzgehên cuda yên Bakurê Kurdistanê dan destpêkirin û hê jî li ser wan operasyonan berdewam e.