Werzişvanê Kurd li mala xwe hat desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên ewlehiyê yên Îranê şampiyonê Kurd ê bedensaziyê Aso Yarî desteserkirine û heta niha ti agahî jê nehatiye wergirtin.

Li gorî nûçeya ÎranWire, hêzên ewlekariya Îranê werzişvanê Kurd ê bedensaziyê Aso Yarî, bi hinceta ku piştgiriyê daye xwepêşandanên li seranserî welêt berdewam dikin, girtine.

Di nûçeyê de hat diyarkirin ku Aso Yarî li bajarê Ciwanro yê ser bi parêzgeha Kirmaşanê ve di dema serdegirtina mala wî de hatiye girtin û heta niha nayê zanîn ku ew birine ku derê.

Yarî ku di pêşbirkên bedensaziyê de şampiyoniyan bi dest xistibû, ji bo protestokirina xwepêşandanên ku zêdetirî 3 meh in li Îran û Rojhilatê Kurdistanê berdewam in, di pêşbirka ku li Îspanyayê hat lidarxistin de red kiribû beşdarî tîma neteweyî ya bedensaziyê ya Îranê bibe.

Çalakvanên mafên mirovan dibêjin di xwepêşandanên ku piştî kuştina keça Kurd Jîna Emînî di 13ê Îlonê 2022an de ji aliyê "polîsên exlaqî" yên Îranê ve li Rojhilatê Kurdistanê û seranserê Îranê hatin destpêkirin de heta niha zêdetirî 500 kesan jiyana xwe ji dest dane û zêdetirî 18 hezar kes jî hatine desteserkirin.