Li Erdexanê ji ber rewşa hewayê çûnûhatin zehmet bûye

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê ji ber berf û pûkê çûnûhatina li ser rêya sînorê Gurcistan û parêzgehê zehmet bûye û rê li ber çûnûhatina barhilgiran hate girtin.

Îro Şemiyê 7ê Çileya 2023an rêya ku parêzgeha Erdexanê bi Behra Reş ve girê dide ya li sînorê Gurcistanê ji ber berf û pûkê li ber çûnûhatina barhilgiran hat girtin. Herwiha li ser rêya navbera parêzgehên Erdexan û Qersê jî barîna berfê destpê kiriye û metirsî heye rê were girtin.

Berpirsên Rêyên Bejayî yên parêzgehê ragihandine ku ji ber zêdebûna berf û pûkê çûnûhatin li hinek cihan hatiye rawestandin û daxwaz kirine ku şofêr tedbîrên xwe werbigrin.

Li gor Rêveberiya Giştî ya Keşnasiya Tirkiyê, tê pêşbînîkirin ku li parêzgehên Qers, Îdir, Agirî, Erzerom, Erzîngan, Erdexan, Wan, Colemêrg, Bedlîs, Mûş, Çewlîg, Meletî, Mereş, Dêrsim û Xarpêtê yên Bakurê Kurdistanê bo dema du rojan berf bibare û ji ber mijê asta dîtinê dadikeve û pileya germê jî di navbera 7-2 pile jêr sifrê de dibe.