Li gundewarê Qamişlo nerîta Zêw bo baranbarînê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Sewîtî li rojhilatê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, ji ber derengketina baranbarînê xelk nerîta Zêw ya kurdewarî rêkdixin, ku hemû malên gund xweştirîn xwarin çêdikin daku zarokên gund bixwin û duayê ji Xwedê bikin baranê bibarîne, ev jî bo rûbirûyê hişkesaliyê nebin.

Ridwan Ebdellah, akinciyê gundê Sewîtî dibêje, “Ev nerît li ba me heye ji dema ku em wek van zarokan bûn, ku di wek vê dema salê de derdiketin û xwarina Zêw çêdikirin. Nerît bi Kurdî Zêw e, lê bi Erebî ez nizanim bi çi watayê tê. Ev 40-50 sal dibin ku ez vê nerîtê li vir dibînim. Ev xwarin sedeqe ye bo zarokan û bo ser rihê miriyan. Di salên kêmbaran û hişkesaliyê de Zêwê çêdikin û duayê dikin.”

Zarokên her malekê xwarina xwe tînin û li ser rêya sereke ya gund datînin, û berî rojavabûnê bi nîv demjimêrê nerîta Zêw tê kirin, destpêkê zarok tenê xwarinê dixwin û piştre ligel mezinan duyaya baranbarînê ji Xwedê dikin.

Xandî Hamid, mamosteyê dîrokê dibêje, “Sibehê hêj saet 7-8 bangderê (muzin) mizgeftê bang dike û dibêje îro Zêw e, em bêjin gundî jî haziriyên xwe dikin, xwarinên xwe çê dikin, her kes li gor şiyana xwe, piranî jî ew xwarinên han xwarinên xweş in, borek, kutilk, petat, goşt, birinc an savar. Gelek caran evna ne, piştî dibe nêzîkî mexribê yanî berî mexribê bi nîv saetê gundî cardin bang dikin û tînin ser wan xwarinan û didin zarokan, bêtir ew zêwa han ew xwarin ji bo zarokan e ne ji bo mezinan e, zarok dixwin û piştî xilas dikin ji xwe re duayan dikin. Ew zêwa han jî em dikarin bêjin sê zêw in, di salê de 3 ne.”

Li gor pisporên civak û kelepûrê Kurdî, Zêw nerîteke civakî ya Kurdî ye taybet e bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê ku berî hezaran sal hatiye kirin. Nerîta zêw di dawiya demsala havînê û destpêka demsala payîzê de tê kirin, ev jî wek amadekariya demsala baranbarînê bo çandiniyê ye.

Di salên dawî de piştî derengketina baranbarînê xelkê Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan nerîta Zêw ku hindek car nerîta Bûka Baranê û Du Riket Nimêja Xwasta Baranbarînê jî tevlî wê dikin.