Rêveberiya Xweser: Bi garantiya eşîrên Ereb girtî hatin berdan

Qamişlo (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê ragihand, ku bi garantiya hejmarek ji şêx û eşîrên Ereb, hejmarek ji çekdarên DAIŞê serbest hatine berdan. Lê vê biryarê nerazîbûnek li cem Kurdên Rojavayê Kurdistanê çêkir

Li gorî ragihandina Rêveberiya Xweser hejmarek ji bergumanên DAIŞê ku di zindanan de bûn li Hesekê hatine azadkirin, 34 kes ji wan ji Herêma Cizîrê ne herwiha çend kesên Iraqî jî di nav wan de hebûn, di heman demê de 315 endamên malbatên DAIŞê jî ji kampa Holê derketin.

Bi gotina Berdevkê Destaya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilat  Sûriyê Akif Kemal kesên ku hatine berdan metirsiyê li ser  civakê çênakin.

Berdevkê Destaya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilat  Sûriyê Akif Kemal dibêje: “"Ev yek li ser daxwaza rîspiyên deverê hat, van kesan ti sûc nekirin û di karan dîsan tevlî civakê bibin."

Nêzîkî 70 hezar kes ji paşmayên Rêxistina DAIŞê di kampa Holê de dimînin û bêtir ji 10 hezar kesên girtî di zindanên Rêveberiyê de ne, lê heta niha ti endamekî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê nehatiye dadgehkirin, ji ber ku karînên vê yekê ne berdest in, bêtirî 4 carane ku Rêveberiya Xweser daxwaza avakirina dadgeheke navdewletî li Rojavayê Kurdistanê dike.

Derbarê vê yekê de Cîgira Hevserokatiya Destaya Têkiliyên Derve ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abîr Îliya jî got: “Lê li ba piraniya xelkê, serbestberdana endamên DAIŞê yan jî kesên ku bi wan re alîkar bûn û ji wan nêzîk bûn, cihê tirs û nerazîbûnê ye.”

Welatî Abdulrezaq Mihemed jî got: “Divê girtiyên DAIŞê bernedin, em ditirsin ku di nav xelkê deverê de tiştê xirab  bikin.”

Ehmed El Rawî jî wiha axivî: “Ev teqînin vê dawyê ku çêdibin bi alikariya wan girtiyan çêdibin. Tirsa me heye ku çanada xilafeta islamê di nav me de belav bikin."