Keça Kurda Êzidî ya di destê DAIŞê de: Rewşa me gelek xirab e!

Duhok (Rûdaw) – Heta zanîn ku beşek ji Kurdên Êzidî yên li Şingalê ji aliyê çekdarên rêxistina DAIŞê ve hatine revandin heta niha jî li devera Derêzorê di destê çekdarên DAIŞê de ne û ew ligel malbatên xwe ketine peywendiyê.

 

Malbatên beşek ji Kurdên Êzidî yên ên çekdarên DAIŞê mirovên wan revandine, heta niha jî ji çarenûsa endamên malbên xwe bêhêvî nebûne. Her çiqas 4 sal ser bi bûyerê re derbas bûne jî lê heroj zanyariyên nû têne bihîstin.

 

Xelkê Gundê Koçoyê Dawûd Îlyas ku ji malbata wî heta niha jî 15 kes winda ne, dibêje beriya çend rojan yek ji mirova wan a hatî revandin, bi wan re peywendî pêk aniye û daye zanîn ku ew nêzîkî 10 kesan li herêma Sûsê ya Dêrezorê dimînin.

 

Dawûd Îlyas wiha got: “Mirova me ya ligel me peywendî pêk aniye got, ku ew herêma lê dimînin her tim balafirên şerî bombebaran dikin û DAIŞî wan wekî mertalên zindî bikar tînin û heta ku beriya çend rojan di encama êrişekê de çend jin û zarokên Êzidî canê xwe ji dest dan.”

 

Îlyas herwiha got: “Mirova me ji me xwest ku em hawara wan bigihêjin hikûmeta Kurdistan û Iraqê. Da zanîn ku rewşa wan gelek xirab e. DAIŞê kontrola herêmên di destê xwe de ji dest dide. Ligel kêmbûna sînorên di destê DAIŞê de metirsiya li ser jiyana jin û zarokên Êzidî zêdetir dibe. Heger wiha berdewam bike, dê kes ji wan sax rizgar nebin.”

 

Berpirsê Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî Besam Xizir jî ev zanyarî piştrast kir û got: “Zanyarî di destê me de hene ku li herêma Sûsê grûpek jin û zarokên Kurdên Êzidî di destê DAIŞê de mane. Herwiha em pê hesan ku li Mûsilê di kampên ji bo DAIŞiyan hatine avakirin de hinek kes hene.”

 

Besam Xizir da xuyandin ku ew ji bo rizgarkirina Kurdên Êzidî yên li Sûsê ketine tevger û wiha got: “Heta yek kes di destê DAIŞê de dîl bimîne, em dê li ser xebatên xwe bo rizgarkirina wan berdewam bin û çi ji destê me bê em dê bikin.”

 

Roja 3yê Tebaxa 2014ê DAIŞê êrîşî Şingal û gundên derdorê kir û komkujiyeke mezin pêk anî, bi hezaran Kurdên Êzidî revandin. Piraniya wan biribûn Sûriyê. Heta niha derdora 3 hezar Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin.

 

Li gorî daneyên Ofîsa Rizgarkirina Kurdên Êzidî ya li Duhokê ku ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hate avakirin, heta niha zêdeyê 3 hezar û 500 Kurdên Êzidî hatine rizgarkirin.