Rêveberya demî ya PYDê 3 yasa pejirandin
Amûdê (Rûdaw)- Encûmena demî ya danîna yasayan a Rêveberiya Demî ya PYDê û hevalbendên wê duh civîna pejirandina proje yasayên rêveberiyê bi dawî anî.
Li gorî zanyariyên peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê, encûmenê li ser her sê projeyên “rengê Rêveberiyê, hevpeymana civakî û yasaya hilbijartinê” erê kir.
Rêveberiya ku di 12/11/2013 de ji aliyê PYDê de hatiy ragihandin, hêzên Yekîneyên Parastina Gel 9YPG) ku baskê leşkerî yê PYDê ye, weke “hêzên bergiriya rêveberiya demî” pejirandiye.
Li gorî biryara civînê ku li bajarê Amûdê hat lidarxistin, deriyê li ber sazî û patiyên ku bixwazin tevlî rêveberiyê bibin dê heta 14ê vê mehê vekirî be.
Peyamnêrê Rûdawê got ku ti nasnameya Kurd ji bo herêma Cezîrê ya Rojavayê Kurdistanê nehatiye dayîn û ew wek kantoneke firenetew û ol û mezheb hatiye danasîn. Herwiha her sê zimanên kurdî, erebî û siryanî wek zimanên fermî li Cezîre hatine pejirandin.
Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) û saziyên bi ser ve ligel hevalbendên wê ji partiyên Kurd, hin aliyên Ereb û Siryan bi awayekî yekalî û bêyî Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) rêveberiya demî ragihandin.
Berpirsên PYDê teked dikin ku ew dixwazin berî lidarxitina kongreya Cenêv2 di 22ê vê mehê de, rêveberiya xwe ya demî ava bikin.