Dozgeriya leşkerî biryar da doza Roboskê “êdî neyê şopandin”
Şirnex (Rûdaw)- Dozgeriya Leşkerî ya serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de biryar da ku doz bê girtin û neyê şopandinê.
Li gor nûçeya DÎHAyê, dozgeriya Leşkerî ya serfermandaiya Tirkiyê derbarê doza komkujiya Roboskê de got “Artêşê ti xemsarî nekiriye û dozê digire û biryar dide êdîr ev doz neyê şopandind”.
Têkildarî biryarê Cîgira Hevseroka Giştî ya BDPê Meral Danış Beştaş got: “Me biryara bêşopandina biryarê wergirt. Niha biryar di destê me de ye. Ev biryarek nayê qebûlkirin. Hemû sûc hatine parastin. Bi vê biryarê komkujî hatiye pesandin û duyemîn komkujî pêk hatiye”.
Beştaş axaftina xwe wiha domand: “Ev biryar di hiqûq û wîcdanê de cih nagire. Di biryarê de tê gotin ku darazê peyvira xwe pêk anîye. Lê ev nayê qebûlkirin. Em dê serî li CMUKê û Dadgeha Destûrî bidin û piştre jî serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bidin”.
Şeva 28ê Kanûna 2011an li nêzîkî gundê Roboskiyê yê Qilabana Şirnexê, di encama êrîşa balafirên şer ên Tirkiyê de 34 gundî hatin kuştin.