Mezlûm Ebdî: Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî got, “Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye.”

Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrîn û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mezlûm Ebdî li ser êrişên Tehrîr El Şamê û rûdanên dawiyê daxuyaniyek da medyayê û pirsên rojnamegeran bersivandin.

"Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene"

Hinek peyamên ku Mezlûm Ebdî dane wiha ne:

"Pêwendiyên me û Tehrîr El Şamê hene, me û Tehrîr El Şamê ti carî şer nekiriye.

Em dixwazin bi Tirkiyeyê re diyalogê bikin.

Dewleta Tirk rasterast me tehdîd dike.

Ji bo parastina gelê xwe çi pêwîst be em dê bikin.

Em ji her demê amadetir in, çi êriş were kirin dê bi awayekî tund were şikandin.

DAIŞ dikeve hinek cihên ku rejîm ji wan derdikeve.

Dê pêwendiyên me û Koalîsyonê berdewam bikin.

Li Sûriyeyê rewşeke nû heye, em dê gelê xwe biparêzin.

Divê êdî Hikûmeta Sûriyeyê jî nêzîkî çareseriya siyasî bibe.

Rewş ne wekî berê ye, bi gelek dewletên cîran re pêwendiyên me hene.

Êdî çareserî ne tenê bi Hikûmeta Sûriyeyê re pêwendidar e. Em di wê baweriyê de ne ku derfeta çareseriya siyasî ji berê zêdetir e.

DAIŞ xetereyeke mezin e. Hewl dide ji vê rewşa niha sûdê bibîne. Li derora Kampa Holê hinek tevgerên wan çêbûn.

Me bi alîkariya Koalîsyonê beşeke mezin a gelê xwe yê li Şehba û Til Rifetê anî herêma ewle."

"Divê dewleta Tirk bê darizandin"

Hinek peyamên Fermandara Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Rohilat Efrînê wiha bûn:

“Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) li Şehbayê heta kêliya dawiyê li ber xwe da.

Ya ku vê hêza êrişkar bi rê ve dibe dewleta dagirker a Tirkiyeyê ye.

Em dizanîn ku cîhan di bin tehdîdê de ye.

Divê dewleta Tirk û ev hêzên girêdayî dewleta Tirk di qanûnên navneteweyî de bên darizandin.

Divê tola jinên ku dîl hatine girtin bê wergirtin.”