AMED – 2 hevserok hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan – Hevserokên şaredariya her du navçeyên navendî Peyasê û Yenişehir ên Amedê hatin desteserkirin.
Li gorî agahiyan îro danê sibê bi fermana dozgerê giştî yê Amedê polîsan avêtin ser avahiyên Saredariya Peyasê û Şaredariya Yenişehirê.
Herwiha di heman demê de polîsan bi ser mala Hevserokê Şaredariya Peyasê Mehmet Elî Aydin û Hevserokê Şaredariya Yenişehirê Mehmet Selim Kurbanoglu da girtine.
Polîsên Tirkiyê herdu hevserokên navborî desteser kirin.
Xebatkarên Şaredariya Peyasê ji bo şermezarkirina binçavkirina şaredaran û serdagirtina şaredariyan xwestin daxuyaniyek bidin çapemeniyê. Lê polîsan destûr neda xebatkaran û ew xistin nava şaredariyê.
Di nava salekî de 46 şaredarên DBP'ê hatin zindankirin û niha jî 2 şaredar di bin çavan de ne.
Di nava şaredarên zindankirî de Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk, Hevêaredarên Amedê Gultan Kişanak, Firad Anli, Hevşaredarê Wanê Bekîr Kaya û Hevşaredarê Sêrtê Tuncer Bakirhan jî hene. Heta niha li ser 46 şaredariyên DBP'ê jî qeyûm hatine danîn.