Mîrê Kurdên Êzidî peyama sersaxiyê ji Barzanî re şand

Hewlêr (Rûdaw) – Mîrê Kurdên Êzidî yên hemû cîhanê peyameke sersaxiyê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re şand.

 

Ji ber koça dawî ya Eqlîma Barzanî ya xwîşka mezin a Serokê Herêma Kurdistanê, Mîrê Kurdên Êzidî Mîr Tehsîn Beg peyameke serxweşiyê ji Mesûd Barzanî re şand.

 

Mîr Tehsîn Beg di peyama xwe ya ji bo Barzanî de dibêje:

 

“Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, bi xemeke mezin ve, ez germtirîn serxweşiyan pêşkêşî we dikin, ji ber koça dawî ya xwîşka we. Xwedê wê efû bike û bixe ber dilovaniya xwe û cihê wê biheşt be.”

 

Tehsîn Beg herwiha dibêje: “Em hêviya aramî û parastina we ji aliyê xweda ve dixwazin, em hêvîdarin ku ev dawî nexweşiya we be.”

 

Duh roja duşemî 5ê Kanûna 2016ê, Eqlîma Mistefa Barzanî keça Mela Mistefa Barzanî û xwîşka mezin a Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji ber nexweşiyê li Nexweşxaneya Jîn a Hewlêrê koça dawîn kiribû.