Barzanî û Elawî: Siyaseta mezhebî nayê qebûlkirin

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Cigirê Serokomarê Iraqê Eyad Elawî tekez kirin, ku ew siyaseta mezhebî qebûl nakin û herwiha divê cudahiya mezhebî bandorê li pêvajoya siyasî ya Iraqê neke.

 

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî îro sêşemê (06.12.2016) li Selahedînê pêşwaziya  Cîgirê Serokomarê Iraqê û Serokê Hevpeymaniya Niştîmaniya Iraqê Eyad Elawî û şandekî li gel kir.

 

Li gorî daxuyaniya malpera Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewlekarî ya Iraqê û navçeyê hate nirxandin. Her wiha behsa geşedanên dawîn û guhertinên di hevsengiyên siyasî yên li navçeyê û qada navdewletî kirin.

 

Di hevdîtinê de aliyan serkeftinên Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê yên li hember DAIŞê nirxandin û diyar kirin, ku ji bo rizgarkirina Mûsilê hebûna hemahengiya di navbera Hêzên Pêşmerge û Artêşa Iraqê de cihê dilxweşiyê ye.

 

Di beşekî din ê hevdîtinê de mijara gefên hizra tundrewî û terorê hate rojevê û aliyan tekez kirin, ku ew siyaseta mezhebgerî red dikin û           naxwazin cûdakariya mezhebî bandore li pêvajoya siyasî û olî ya Iraqê bike.

 

Jêhayê gotinê ye ku di hevdîtinê de Berpirsê Polîtbûroya PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtbûroya PDKê Azad Berwarî û Mehmud Mihemed jî amade bûn.