VÎDEO/ Rojava - Ofîsa ENKSê li Tirbespiyê hat şewitandin

Hewlêr (Rûdaw) - Ofîsa Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) li Tirbespiyê hate şewitandin. Di nava kelûpelên ku li li ofîsê de hatine şewitandin, Ala Kurdistanêjî heye.

 

Îro sêşemî 6ê Kanûna 2016ê serê sibehê agir berdan ofîsa ENKSê ya bajarê Tirbespiyê û hemû kelûpelên têde hatin şewtinandin.

 

Li gorî dîmenên vîdyoyî yên ku gihîştine destê Rûdawê, di nava kelûpelên şewitî yên li ofîsa ENKSê de, Ala Kurdistanê û logoyên ENKSê jî hene.

 

Endamê Polîtbîroya Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriyê (PDK-S) Neşet Zaza di derbarê vê bûyerê ji Rûdawê re ragihand: Saet 9ê sibehê agir berdan ofîsa ENKSê ya li bajarê Tirbespiyê û tiştên ku têde bûn, hatine şewtandin.

 

Bajarê Tirbespiyê nêzîkî 20 kîlometran ji bajarê Qamişlo dûr e û ji aliyê Rêveberiya Xweser ve tê îdarekirin û Asayişa bajêr di destê tenê hêzên Asayişa Rêveberiya Xweser û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de ye.

 

Ev yek di demekê de ye, roja înê ya derbasbûyî 2ê Kanûnê jî li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê, êrişî ofîsa ENKSê hatibû kirin û kelûpelên tê de hatibûn şikandine.

 

Berpirsên ENKSê piştî bûyerê ragihandibûn, ku alîgirên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) êrişî ofîsa wan kirine û piştî şikandine kelûpelên ofîsê, Ala Kurdistanê li ser avahiya ofîsê anîne xwarê û şewitandine.

 

Herwiha heman rojê li bajarê Qamişloyê jî êrişî xwepêşandaneke ENKSê hatibû kirin û li gorî gotina berpirsên ENKSê, alîgirên PYDê û hêzên Asayişa Qamişlo li xwepêşanderan dabûn û gulleyên hewayî avêtibûn ku di encamê de 5 welatiyên sivîl birîndar bibûn.

 

Herwiha her li bajarê Qamişlo û piştî êrişa li ser xwepêşanderan, êrişî ofîsên her du partiyên, Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS ango Yekîtî) û Partiya Demorkata Kurdistan-Sûriye (PDK-S) hatibû kirin.


PYDê derbarê her 4 bûyeran de ti daxuyaniyeke fermî nedaye.