Balafir li Çiyayê Kurdan dide: Jiyana kurdan têk diçe
Hewlêr (Rûdaw) - Şer li Çiyayê Kurdan li Lazqiyê berdewam dike û balafirên Rûsya rojane gundên wê navçeyê bombebaran dikin. Jiyana xwecihên wê derê jî têk diçe.
Ji ber operasyon û êrişên asamanî xaniyên hemwelatiyên kurd ên Çiyayê kurdan tê rûxandin û hejmarek ji xelkê sivîl têne kuştin û birîndar kirin.
Herweha ji ber bombebaranê, xelkê sivîl berdewam gundên xwe bi cî dihêln û li ser sînorê Tirkiyê koçber dibin.
Rêxistin û saziyên ku diçine hawara koçberan jî, hewl didin 4 kampên nû ava bikin, lê ji ber tunebûna îmkanan, koçber bi xwe konan li ser sînor vedidin û di rewşeke xirab de jiyana xwe derbas dikin.
Jinekê ku ji Çiyayê Kurdan ji ber bombeyab reviyaye wiha got: “Em ji Çiyayê Kurdan in, ji ber bombeyên em koçber bûn û em hatin vir. Balafir berdewam li me didin. Mala keça min hilweşa û keça min û hevjîn û keça wê brîndar bûn. Keça min ziyaneke mezin dît, tiştekî wê nema.”
Jinekê din jî wiha dibêje: “Bi sarûxan li me didin, em di bin rehma mirinê de dijî û em nizanin kengî dê rokêt li me bikeve. Îjar em naçar man zarokên xwe kom bikin û em hatin vir.”
Ligel berdewamiya bombebarana van balafiran, roj bi roj rewşa mirovî li Çiyayê Kurdan aloztir dibe, ji xwe zivistan hatiye berdewam berf lê dibare. Ji xeynî xwarin û pêdiviyên sereke yên jiyanê li wê navçeyê qut bûne.”