Mesrûr Barzanî Trump pîroz kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Donald Trump pîroz kir.

Xelkê Amerîkayê çû ser sindoqan û di navbera Donald Trump û Kamala Harrisê de tercîha xwe kir.

Heta niha 267 delegeyên Donald Trump û 224 delegeyên Kamala Harrisê hene û namzedê ku 270 delegeyî bistîne dê bi ser bikeve.

Donald Trump di weşana zindî de serkeftina xwe bi gotinên, “Ez bûm serokê 47an, ez spasiya gelê Amerîkayê dikim” ragihand.

“Ez li hêviyê me ku em hevkariya xwe kûrtir bikin”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî piştî van encaman bi rêya hesabê xwe yê Xê Donald Trump pîroz kir û got:

“Ez li hêviyê me ku em hevkariya di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de kûrtir bikin û ji bo bipêşvebirina aştî û aramiya herêmê bi hev re bixebitin.”