Li Bedlîsê 108 koçber hatin dersînorkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, 108 koçberên ku mehên îlon û çiriya pêşîn hatibûn desteserkirin, hatin dersînorkirin.

Parêzgariya Bedlîsê ragihand ku mehên Îlon û Çiriya Pêşîn ên 2024an di operasyonên cuda de 108 koçber û 24 qaçaxçiyên koçberan hatine desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê koçberên desteserkirî radestî Rêveberiya Îdareya Koçê ya Bedlîsê kirin û 24 qaçaxçî piştî karên îfadewergirtinê jî veguhastin dadgehê.

Dadgehê derbarê 4 kesan de bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan biryara girtinê da û 20 kes jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.

108 koçber jî piştî karên yasayî hatin dersînorkirin.

Lê behsa wê yekê nehatiye kirin bê ma ew koçber ji kîjan welatan bûn.