Gulistan Sonuk: Heta qeyûm hebin diyalog nabe
Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê got, “Heta qeyûm hebin diyalog û gotûbêj nabin.”
Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê 4ê Çiriya Paşîn bi daxuyaniyeke nivîskî da zanîn ku wan qeyûm daniye ser şaredariyên parêzgehên Mêrdîn û Êlihê û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê.
Gelê Bakurê Kurdistanê li gelek bajar û navçeyan protestoyan li dar dixe û vê biryarê şermezar dike.
Polîs jî li gelek deveran êrişî xelkê dikin û gelek kesan bi lêdanê desteser dikin.
Bi taybetî ji Êlihê gelek dîmen hatibûn ku şkence li xelkê tê kirin.
Di protestoyên li Êlih, Mêrdîn û Xelfetiyê de heta niha zêdeyî 100 kesî hatine desteserkirin.
Li Êlihê û gelek deverên din xwenîşandan û protesto di roja sêyem de jî berdewam dikin.
“Kurd qeyûman qebûl nakin”
Hevseroka Şaredariya Êlihê Gulistan Sonukê amaje pê kir ku berxwedan berdewam dike û li pey çû:
“Em dê li kolan û qadan li dijî qeyûm li ber xwe bidin.
Me ev şaredarî li kolanan bi gel re standin û em dê dîsa li kolanan bi ciwan, jin û gelê Batmanê re û li bajarên din jî bi gelê Mêrdîn û Xelfetiyê û li Esenyurtê jî bi gelan re biparêzin.
Kurd qeyûman qebûl nakin.”
“Heta qeyûm hebin gotûbêj û diyalog nabin”
Gulistan Sonukê diyar kir, “Ji aliyekî ve behsa çareseriyê dikin û ji aliyê din ve dest dirêjî ser îradeya gel dikin” û got:
“Em ji gotinan zêdetir li pratîkê dinêrin. Radibin ji ser kursiyan behsa aştî û çareseriyê dikin û li rêveberiyên cihî qeyûman datînin.
Ev durûtî ye û ne ji dil e. Wan bi danîna qeyûman hinekî xwest ku hêvîya aştî û çareseriyê ya ku bi gelan re çêbûbû, tune bikin.
Piştî axaftinên çareseriyê li cem xelkê hêvî çêbû, ji ber ku ew dijminê xelkê ne, ji bo nehiştina hêviyê qeyûm danîn.
Ji aliyekî ve dibêjin min dest dirêj kir û ji aliyê din ve dest dirêjî îradeya te dike, ev durûtî ye û ne ji dil e.
Li cem me ti qîmetê wê nîne, gelê Kurd û jin vê yekê dibêjin. Heta qeyûm hebin gotûbêj û diyalog nabin.”