Li Mêrdînê qeza: Gelek mirî û birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kerboranê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê, otomobîlek wergeriya û di encamê de 4 kes mirin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li nêzîkî gundê Dêrikê yê navçeya Kerboranê ya Mêrdînê îro otomobîlek ji ber sedemeke nediyar ji rê derket û wergeriya.

Di encama bûyerê de Eyup Tan, Hatîce Tan û Halîme Tan li cihê bûyerê mirin.

Her wiha Ozge Erturk, Fatma Enucuk, Hacî Enucuk, Veysî Enucuk û pitikekî 5 mehî birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û hêzên ewlehiyê çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê 5 birîndar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Midyadê.

Tevî hemû mudaxeleyên bijîşkan Fatma Enucuk jî li nexweşxaneyê mir.