Komcivîna DEM Partiyê li Mêrdînê bû: ‘Bila xeletiya xwe sererast bikin’

Mêrdîn (Rûdaw) – Parlamenterê Mûşê yê DEM Partiyê Sirri Sakik li ser tayînkirina qeyûman got, “Eger sulhê dixwazin, bila xeletiya xwe sererast bikin”

DEM Partiya ku her hefte civîna koma partiya xwe li Parlamentoya Tirkiyeyê dikir, ji ber tayînkirina qeyûman a li ser şaredariyan, vê carê civîna xwe li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kir.

Civîn li baxçeyê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê, bi beşdariya Hevserokên DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, Tulay Hatîmogullari û parlamenteran pêk hat.

Hevserokên DEM Partiyê li Mêrdînê li dijî tayînkirina qeyûman bang kir.

Bakirhan, ji desthilatê xwest ku di demeke kurt de qeyûmên ku hatine tayînkirin werin rakirin.

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got:

“Birêz Bahçelî, madem tu çareseriyê dixwazî, berê dev ji vê feraseta xwe ya tayînkirina qeyûman berde.

Madem tu çareseriyê dixwazî berê tecrîdê rake, madem çareseriyê dixwazî hiqûqê pêk bîne.

Madem çareseriyê dixwazî qeyûm ji Mêrdînê vekişîne.”

Gelek parlamenterên DEM Partiyê û parlamenterên fraksiyonên cuda ku bi DEM Partiyê re di nava hevpeymaniyê de ne jî di civînê de amade bûn.

“Bila xeletiya xwe sererast bikin”

Parlamenterê Mûşê yê DEM Partiyê Sirri Sakik jî anî ziman:

“Em dixwazin ew vê xeletiya xwe sererast bikin. Bila bêjin me xeletî kir.

Eger ku sulhê dixwazin, eger aştiyê dixwazin, eger dibêjin li dinyayê rewşa Tirkiyeyê ne baş e, gerek rûnin û dev ji van polîtîkayên xwe berdin.

Gelê Kurd van polîtîkayên wan, van qeyûmên wan qebûl nake.”

Gelek Mêrdînî jî di civîna koma DEM Partiyê de amade bûn.

Ew jî li hemberî tayînkirina qeyûman ne razî bûn.

“Bi zorê ji me distînin”

Xelka Mêrdînê Naîle Erolê got:

“Neheqî ye, zilm e, ya me ye, ji me distînin. Bi zorê ji me distînin.

Ma ne neheqî ye? Bi şev tiştekî dibêjin, bi roj tiştekî din dikin.”

Şêniya Mêrdînê Zuhal Gumuştanê jî anî ziman:

“Em li dû îradeya xwe ne. Danîna qeyûman şaş e.

Em vê yekê şaş dibînin û ji ber vê yekê em li vir in.

Em nadin yanî ya me ye. Şaredarî ya me ye.”

Welatî Nezîr Aslan jî li ser tayînkirina qeyûman got:

“Em vê zilmê qebûl nakin, em van qeyûman qebûl nakin. Şaredarî, şaredariyên me ne.”

Roja duşemê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê qeyûm tayînî şaredariyên Mêrdîn, Êlih û navçeya Xelfetiyê ya Rihayê kirin.

Di serî de DEM Partî, gelek partiyên mixalefetê jî li hemberî qeyûman ne razî ne.