Li Qersê 8 koçber hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Qersê ya Bakurê Kurdistanê 8 koçberên Efxanistanî û Pakistanî  hatin destserkirin.

Hezên ewlehiyê yên Tirkiyeyê li parêzgeha Qersê ji bo desteserkirina hinek koçberên biyanî dest bi operasyonekê kir.

Di çarçoveya operasyonê de 4 koçberên Efxanistanî û 4 koçberên Pakistanî hatin desteserkirin ku bi rêyên neyasayî çûbûn parêzgeha Qersê.

Hat ragihandin ku her 8 koçberên destserkirî dê piştî karûbarên yasayî bên dersînorkirin.

Li gorî amarên Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê şeş mehên despêka îsal 46 hezar û 633 koçberên biyanî li Tirkiye û Bakurê Kurdistan hatine destserkirin û ji welatê wan re hatine şandin.