HPG: Derb li helîkoptereke êrişê hat xistin
Hewlêr (Rûdaw) - HPGê ragihand ku helîkoptereke êrişê ya Tirkiyê bûye armanca hêzên wan û derb lê hatiye xistin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî, di êrişeke wan de 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastin Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.
HPGê ragihand ku roja 4ê Mijdarê demjimêr 21.15, helîkopterên êrişê yên Tirkiyê hewl dan ku herêma Zapê bombebaran bikin.
Lê HPGê dibêje, ew helîkopterên êrişê bûne armanca gerîlayan û di encamê de derb li helîkopterek êrişê hat xistin.
HPGê aşkere jî kir ku rojên 3 û 4ê vê mehê jî herêmên Zap, Avaşîn û Xakurkê bi berdewamî ji aliyê Tirkiyê ve hatin topbaran û bombebarankirin.
Li aliyê din Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî li hejmara xwe ya Twitterê daxuyaniyek belav kir û li gor wê daxuyaniyê, di encama topbaran hêzên wan de li nav xaka Başûrê Kurdistanê, 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê ji roja 23ê Nîsana 2020an ve êrişeke berfireh li herêma Kanî Masê ya dikeve nav sînorê Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin ku heta niha berdewam e û rojane ew herêmên sînorî ji aliyê artêşa Tirkiyê ve tên topbaran û bombebarankirin.
Herwiha Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi rêya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî êrişa bi navê Pence-Birûsk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.