Pêşmergeyekî birîndarê bûyera Çemankê: Me bawer nedikir ku PKKê êrîşî me bike

Hewlêr (Rûdaw) – Yek ji wan pêşmergeyên ku roja Çarşemê 4ê Mijdarê li bajarokê Çemankê di êrîşa PKKê de birîndar bûye, ser bi Fermandeyiya Jîngehê ye û têkildarî bûyerê ji Rûdawê re ragihand, pêşmergeyên ku PKKê êrîşî wan kirin, ser bi Ragihandin û Rewşenbîriya Wezareta Pêşmerge ve bûn û di çarçoveya erka asayî ya xwe ya perwerdeya Pêşmerge de çûbûne navçeyê.

Berpirsê Ragihandina Fermandeyiya Jîngehê, Muqedem Teyib Ebdullah behsa bûyera li bajarokê Çemankê kir, ku gerîlayên PKKê êrîşî hejmarek ji Hêzên Pêşmerge kirin û di encamê de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da û du Pêşmerge jî birîndar bûn.

Teyib Ebdullah ji Rûdawê re got, “em komek bûn, xelkê meydanî û efserên rewşenbîrî bûn ne yên cengî…, hêzeke me ya serbazî ya wisa tunebû, tenê ez û efserekî din, pasevan jî bi me re nebûn û me jê re gotibû, ku bêhna xwe vede, çimku pêwîst nake.”

Ew pêşmergeyê birîndar dibêje, “me çaverê nedikir ku PKK êrîşî me bike û em tûşî bûyereke wiha bibin”. Wî pêşmergeyî got, “çimku em ji baregehekê diçûn bo baregeke din.”

Bi gotina wî pêşmergeyî, ew ji ber karûbarên asayî yên erka xwe diçûn navçeyê, ku PKKê êrîşî wan kir.

Piştî ku komîteya Ragihandin û Rewşenbîriya Pêşmerge li Fermandeyiya Jîngehê, semînara xwe ya ji bo hêzên Pêşmerge diqedînin, diçin çiyayekê di navbera Bakirman û Çemankê. Ew Pêşmerge li ser gotina hêzên Zêrevaniyê rêya Bakirmanê ji bo hatin û çûnê bikar tînin, ji ber hêzên Zêrevaniyê ji wan re dibêjin, ew rê rêya hatin û çûna rojane ya xelkê ye û hatin û çûn li ser wê rêyê asayî ye.

Li ser rêya navbera Bakirman û Çemankê, bombe bi wê otomobîleke hêzên Pêşmerge ve diteqe, ku Muqedem Teyib Ebdullah jî di nava wê de bûye û ji ber teqînê birîndar dibe.

Teyib Ebdullah dibêje, ew di nava otomobîlê de mijûlî nivîsîna tiştekî bû, ku ji nişkê ve dengekî gelek bilind hat. Ew dibêje, wî bawer nedikir ku PKK êrîşî wan bike û destpêkê guman kiriye ku firoke be yan jî dengê teqîna tekerê be.

Ew otomobîla ku Teyib Ebdullah têde bûye, di encama teqîna bombeyê de agir pê dikeve. Teyib Ebdullah behsa wê demê dike û dibêje: “Guhê min hat girtin, ez daketim û hevalekî din ku Eqîd bû, wî jî karî xwe derbas bike, lê deriyê aliyê şofêr nevedibû û hevalên Pêşmerge hatin û ew rizgar kirin.”

Pêşmergeyê birîndar, Tayib Ebdullah  destnîşan dike, piştî teqîna bombeyê bi otomobîla wan ve, PKKê bi nîşangirên xwe teqe li wan kiriye û dibêje, “dema ez birîndar bûm û xwîn li laşê min diçû, em çûne nav otomobîleke din, lê gulle li cama pêşiya otomobîlê diketin û hin nemabû ku li me bikevin.”

Bi gotina wî pêşmergeyê birîndarê bûyera Çemankê, piştî ku hêzên PKKê gulle li wan reşandin, wan daxwaza alîkariyê ji hêzên Zêrevaniyê kir, lê ji wan re gotin, ku ferman ev e bersivê nedin, lewma jî wê hêza pêşmerge ti gulleyek di rûyê PKKê de neteqandin. Teyib Ebdullah dibêje: “Bi biryar ji me re hat gotin, ku teqe nekin.”

Hêzeke Pêşmerge hewl dide, du pêşmergeyên ku di êrîşa PKKê de birîndar bûbûn, ji cihê bûyerê veguhêze, lê gerîlayên PKKê teqe li pêşmergeyan dikin ê rê nadin ku birîndarên xwe rakin nexweşxaneyê. Teyib Ebdullah, pêşmergeyekî birîndarî bûyerê ji Rûdawê re got: “Ew Hummer tenê şofêrek û pêşmergeyek têde bû, ew kesê ku li ser Duşka ya Hummerê jî neçûbû ser Duşkayê, lê belê wan (PKK) teqe li wan kir.”

Roja 2ê Mijdara 2020, Serok Barzanî peyamek arasteyî raya giştî ya Kurdistanê kir û ragihand:

Muqedem Teyib Ebdullah amaje bi wê yekê dike, ku fermandarekî Zêrevaniyê ji me re got, “li ser navê serkirdatiya leşkerê, ji we re dibêjim bersivê nedin, çimku dê bibe sedema şer û şerê birakujî jî hatiye heramkirin.”